Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şer li Xezê berdewam e Amerîka cebilxaneyeke nû bo Îsraîlê dişîne

16:40 - 10 Kanûna pêşîn 2023

Li halekê de ku şer li Xezê berdewam e û gefên Hûsiyan zêdetir dibin bona berfirehtirkirina şer, Amerîka nêzî 14 hexzar gulleyên taybet bi tankên Îsraîlî bo wan dişîne ku nirxa vê cebilxanê nêzî 106 milyon û 500 hezar Dolar e.

Wezareta Berevaniya Amerîkayê ragihand ku Wezareta Derve ya wî welatî roja Înê 17ê Sermawezê, cebinxaneyek ku nêzî 14 hezar gulleyên taybet bi tankan a bi nirxa nêzî 106 milyon û 500 hezar Dolar bi biryara “Yasaya kontrolkirina hinardekirina cebilxane” bo Îsraîlê dişîne.

Ji aliyekî dinê jî amerîka biryarnama pêşniyariye agirbesta şerê di navbera Hemas û Îsraîlê de, li şêwreya ewlwhiya rêkxistina netewên yekgirtî “Vêto” red kir.

Şerê Xezê berdewame û Artêşa Îsraîl bi Esmanî û Vejayî berdewam êrîşê dike ser wan cihan ku şik dibin hêzên Hemasê tê de ne. pêka gotina Şêwrimendê ewlehiya Netewî ya Îsraîlê “Tisahî Hengbî”, heta niha zêdetir ji 7 hezar milîsên Felestînî li şerê xezê de ji aliyê Artêşa Îsraîlê ve hatine kuştin û pêka gotina navbirî, amara serast a milîsên Hemasê ku ji aliyê Artêşa Îsraîlê ve hatine kuştin, gelek zêdetir ji vê amarê ye .

Li halekê de ku şer li bakûrê Xezê berdewam e, Serokwezîrê Îsraîl “Binyamîn Netanyaho” ragihandiye: “Hekî cîhan li hember Hûsiyan ti karekê neke, em dê êrîşa leşkerî bikne ser Hûsiyan jî”.