Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê cezaya girtîgehê bi ser 4 welatiyên din ên xelkê bajarê Şinoyê de sepand

16:44 - 10 Kanûna pêşîn 2023

Dadgeha binav şoreş a rejîmê ser hev 6 sal û 6 meh girtin bi ser 4 welatiyên din ên xelkê bajarê Şinoyê de sepand.

Pêka rapora Rêkxirava Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê, 4 welatiyên xelkê bajarê Şino yên bi navên “Silêman Şarwêranî” ê xelkê “Seydawê”, “Aram Şeiban” xelkê bajarê Şinoyê, “Ebdulkerîm Kakul” ê xelkê Hesen Nûran”, “Fexredîn Pûdat” ê xelkê gundê “Beteriyan”,  ji aliyê taya 1 a dadgeha rejîmê li bajarê Şinoyê de,  6 sal û 6 meh heps  , bi ser wan welatiyan de hate sepandin.

Pêka rapora Kurdpayê, “Silêman Şarwêranî”,  salek girtîgeh, “Aram Şeiban” 3 sal û 3 meh girtîgeh, “Ebdulkerîm Kakul” salek girtîgeh û “Ferxredîn Pûdat” salek û 3 meh girtîgeh, bi ser de hatiye sepandin.

Ew 4 welatiyên Kurd li 18ê Pûşpera 1402 a Rojî, ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma Îranê ve hatibûne girtin û ji aliyê dadgeha şoreş a rejîmê ve tohmeta “endametî li yek ji Partiyên Kurd ên Opozîsiyona rejîma Îranê” bi ser wan de sepandine.

Hêjayê gotinê ye ku heyamek berî niha jî, 9 welatiyên xelkê bajarê Şino bi navên “Yeiqûb Mihemedîazer, Xoşnav Eynî, Pîrot Tabnak, Muhsin Ezîzî, Ferheng Kiramet ê xelkê gundê Sînganê, Osman Hemzezade ê xelkê gundê Korûşava, Yûsif Rehmanî û Xizir Ebdullahî” ji aliyê taya 1 a dadgeha şoreş a rejîmê li bajarê Şinoyê de ser hev bi 27 sal û 5 meh girtîgeh bi ser wan de hatiye sepandin.