Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bûke bû qurbaniya naybençîtiya şerê di navbera Xezûr û Xesûya xw

16:49 - 10 Kanûna pêşîn 2023

Li bajarê Urmiyê Jinek bi derba 3 gulleyan ji aliyê Xezûrê xwe ve hate kuştin.

Şeva Înê jinekî temen 24 salî bi navê Roya emînî, dema dixwast naybençîtiya di navbera şerê Xezûr û Xesûya xwe de bike, Xezûrê Roya yê dest bo çekê dibe ku jina xwe bikuje, 3 gulle li bûkê dikevin û canê xwe ji dest dide.

Gorî gotina aliyên agehdar, dema ku dibe şerê Xezûr û Xesûya wê, Roya bûka temen 24 salî û xudan keçekî 3 salî, bi niyeta naybençîtî û jev weqetandina Dayîk û Babê mêrê xwe, bê guneh dibe qurbanî û ji aliyê Xezûrê xwe ve hat kuştin.

Ev bûyera li gundê Kurane girêdayî bi nawça Biradost a ser bi bajarê Urmiyê qewimiye, û Roya Emînî xelka gundê Hingirvana Biradosta ye.

Roya bû qurbaniyê tundûtîjiya nava malbatê û wê bûyerê bertek û dengvedanekî berfireh di nava xelkê û bitaybetî li ser torên civakî bi dû xwe de aniye.