Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama Kak Mistefa Hicrî li derheq bûyera bixeme agirkevtina li balexaneyekê li bajarê Diyana

17:15 - 10 Kanûna pêşîn 2023

Kak Mistefa hicrî, Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî a Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, li derheq bûyera cihê xembariyê ye agirpêkevtina balexaneyekî cihê mana Mamoste û Xwendikaran, li bajarê Diyana “Soran” li Herêma kurdistanê, peyamekî hevxemiyê belav kir.

Deqa Peyamê wiha ye:

Mixabin bi hegera agirpêkevtinê l balexaneyekê de li ser riya serkî a Soran – Çoman, li Herêma Kurdistanê, 14 kesan canê xwe ji dest dan û hejmarek jî birîndar bûn.

Bi vê bonê ve em sersaxiyê bi malbatên ku kesên wan di wê bûyerê de canê xwe ji dest dan radigehînin û em xwe şirîkê xem û nerehetiya wan dizanin û tendirustî nojdariya bileze birîndaran ji bi hivî dixwazin.

 

Hizba demokrat a Kurdistana Îranê

Berpirsê Navenda Birêveberî

Mistefa Hicrî

9ê Dêsambra 2023 an