Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şerê di navbera Hemas û îsraîlê piştî dawîpêhatina agirbesta demkî, ji nû ve destpêkir

11:50 - 2 Kanûna pêşîn 2023

Artêşa îsraîl ragihand : Hemasê agirbesta demkî pinpêkiriye, lewra Artêşa Îsraîlê jî bombaran û êrîşa bo ser milîsên hemasê ji nû ve destpêkir.

Ev 7 roj bû ku bi lihevkirina Hemas û Îsraîlê bi armanca guherîna barmte û êxsîran di navbera xwe de, û bi naybençîtiya hin welatan agirbestekî demkî hatibû ragihandin, lê şeva derbasbûyî ve ev agirbest hate şikan.

Piştî şikandina agirbestê, girûpa Hemasê destpêşxerî kir û sedan mûşek û rokêt ji Xezê ve havêtne bo nava axa Îsraîl ku piraniya wan mûşekên hemasê, ji aliyê sîstema bergiriya îsraîl ve berî evê ku ji armancê bikevin, hatne teqandin û xistin.

Li hember de jî Artêşa Îsraîl û hêza Esmanî dest kirne bi êrîş û bombarana dewerên Xezê ku wezareta tenduristiya Xezê ragihand: di encama êrîşa şeva derbasbûyî bo ser Xezê, 109 kes hatine kuştin.

Wezîrê berevaniya Îsraîl ragihand: Hemasê agirbest şikand, Hemas tenê zimanê zorê û şer dizane, lewra emê êrîşê bikne ser Hemasê heya ku Hemas bi temamî ji nav neçe û heya hemî barmteyên li destê hemasê, û heya ji navbirina hemî şiyana leşkeriye Hemasê, em êrîş û oparasyonên xwe nasekinînin.