Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîl berdewam binkeyên milîsên Îranê li Sûriyê bombaran dike

12:15 - 11 Kanûna pêşîn 2023

Nûçegihaniya dewleta Sûriyê piştrast kir ku di nîve şeva Yekşemiyê, balafirên şer, çendîn caran êrîş kirine ser derdora demişqa paytextê Sûriyê.

Şeva derbasbûyî balafirên Îsraîlî çendîn cihên derdora Demişqê bi tundî bombebaran kirine.

Dewleta Sûriyê tevî piştrastkirina wan êrîş û bombebaranan, ragihand ku Pedafenda esmanî a wî welatî demûdest kevte berevaniyê û kariye çen mûşekên Îsraîlî li esman de biteqîne.

Zêrevaniya mafê mirove Sûriyê , daye zanîn ku êv êrîşa Îsraîl bo ser binkeyên Hizbullaha Lubnanê û girûpên girêdayî bi rejîma Îranê bûye.

Gorî raporan çendîn teqînên mezin li derdora Şamê hatine bihîstin û dîtin, lê heya niha ti çavkaniyekê amaje bi xisar û telefata bi sedema wan êrîşên şeva derbasbûyî nekirine.