Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîl û Amerîka tenê bi nemana Hemasê, dawî bi şer têt

12:21 - 11 Kanûna pêşîn 2023

Şerê di navbera Hemas û Îsraîlê de berdewame û Artêşa Îsraîl bi Esman û Vejayî êrîşê dikete ser Xezê û şerekî giran li Xanyûnisê berdewame.

Gorî jêderên felistînî, li heyamê 24 demjimêrên derbasbûyî de bi sedema bombebaran û êrîşa Îsraîlê bo ser newara Xezê, aliyê kêm 250 kes hatine kuştin.

Îsraîl dibêje heya niha pitir ji 7 Hezar milîsên hemasê kuştine, û hezaran kesên dinê jî girtine, yan hebxwe teslîm bûne.

Hêzên Îsraîlî di nava bajarên şirîta Xezê de, bi bilendigoyan bangî teslîmbûna çekdarên Hemasê didin, lewma roja derbasbûyî gorî vîdeoyekê ku belav bibû, sedan milîsên Hemasê bi danana çek û kincên xwe, xwe teslîm û radestî artêşa Îsraîl kirin.

Antonî Bilînkên wezîre derve yê Amerîka ragihand: Hemas dikare teslîm be û vê demê dawî bi şer jî têt.

Ji aliyekî din ve jî, Îsraîl 48 demjimêr mohlet daye dewleta Lubnanê ku hêzên xwe li bakûr û nêzî rûbarê Lîtanî vekişîne, hekîne, Îsraîl dê hemî bingeha Hizbullahê heta Rûbarê Lîtanî dê bi yekcarî jinav bibe.