Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kombûnên neizayetî li Kurdistan û Îranê berdewamin

12:25 - 11 Kanûna pêşîn 2023

Roja Yekşemî 19ê Sermawezê jî Kombûnên nerizayetî li çendîn bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ji aliyê malnişînkiriyên çend îdareyên cuda ên Îranê bi rê ve çon.

Kombûna nerizayetî ya malnişînkiriyên îdareya muxabirat a Îranê li Rojhilatê Kurdistanê, li bajarê Kirmaşanê de li ber deriyê sendûqa malnişînkiriyên vê îdareyê li bajarê Kirmaşanê de hate lidarxistin û malnişînkiriyan bi hilgirtina plakardan, daxwaza rêkxiraveke serbixwe, cibicîkirina madeya 54, a dermanê bê beranber û çend mijarên din kirine.

Herwisa li vê rojê de malnişînkiriyên îdareya muxabirat a Îranê li bajarên “Erak, şûş û Ehwaz”ê de jî kombûna nerizayetiyê bi rê ve birin.

Karmendên kompaniya nefta “Felatê Qarê Îran” li dorgeya “Sîrî” û karmendên fermî yên kompaniya “Neft û Gaza Axacarî” kombûna nerizayetiyê li roja Yekşemî 19ê Sermawezê, lidar xistine.

Malnişînkiriyên pîşeya Pola li parêzgehên “Îsfehan, Xûzistan, Elborz û Mazenderan”ê jî li hemen rojê de li ber deriyê  bînaya Sendûqa malnişênkiriyên Pola li wan parêzgehan de kombûna nerizayetiyê lidar xistin.

Herwisa li 18ê Sermawezê, li bajarê “Rask”ê ser bi parêzgeha Sîstan û Belûçistanê de jî, hejmarek mamoste û xwendevanan, kombûna nerizayetiyê li derheq rewşa jiyana mamosteyan bi rê ve birin.