Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li yekeya pompaja Neftê li “Berdesipî” 5 kedkaran canê xwe ji dest dan

12:32 - 11 Kanûna pêşîn 2023

Li yekeya pompaj a Neftê li bajarê Kûhdeştê de li parêzgeha Loristanê, 5 kedkar bi sedema belavbûna gaza jehrî li ciheke daxistî de bi sedema nebûna alîkarî bo rizgarkirina wan, canê xwe ji dest dane.

Pêka raporên ku ji aliyê nûçegihanên ser bi rejîmê ve belav bûne roja Şemî 18ê Sermawezê, 5 kedkarên kompaniya “Ergzasanê Nadê”  bo paqijkirina yekeya pompaja neftê ya “Berdesîpî” li bajarê Kuhdeştê ser bi parêzgeha Loristanê, piştî nivro ya roja Şemî li vê yekê de li ciheke daxistî mabûn, canê xwe ji dest dane.

Pêka îdiaya berpirsên çewtekar ên bajarê Kûhdeştê, 24 demjimêr e ku timên taybet û bi alavên tewaw cehda rizgarkirina wan 5 kedkaran didan, lê ew yeka li halekê de ye ku ev kedkarane bi sedema nebûna alîkarî bo rizgarkirina wan û hilmijîna gaza jehrî ya li yekeya pompajê de canê xwe ji dest dane û ew berpirsane hewla perdepoşkirina xemsaraî û girîngînedan bi canê kedkaran, didin.

Ew 5 kedkaranae karmendên kompaniya “Ergzasanê Nadê” bûn ku li enbareke 20 milyon lîtrî ya nefta reş de canê xwe ji dest dane.

Gorî dawî nûçeyan zêdebarî evê ku deshilatdarên rejîmê dibêjin ku agir kontirol kirine, lê ev palavtingeha neftê li Bîrcendê heya niha jî her di nava Agir de ye û carna hin teqînên mezin çêdibin û gaz û dûkela ku bi vê hegerê belaw dibe,  jîngeh û canê xelkê nawçê xistiye ber metirsiyê.