Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Polîsê Qibrisê 2 terorstên rejîma Îranê binçav kirin

12:37 - 11 Kanûna pêşîn 2023

Polîsê Qibrisê daye zanîn ku 2 terorîstên rejîma Îranê ku bi armanca teror û kuştina cihûyan û geştyarên Îsraîlê li wî welatî de bûn, binçav kirine û Îsraîlê jî piştrast kiriye ku pîlaneke terorîstiye rejîma Îranê li Qibrisê pûç bûye.

Polîsê Qibrisê 2 terorîstên rejîma Îranê ku dixwestin êrîşê bikne ser cihûyan û geştyarên Îsraîlî li Qibrisê de, binçav kirine û pêka gotina berpirsên peywendîdar ên dewleta Qibrisê, ew kesane divê bêne derxistin.

Pêka rapora Nûçegihaniya “Dwçêwelê” ya Alman, berpirsên Qibrisê ji aliyê navendên ewlehî yên Rojavayî ve hatine agehdarkirin ku rejîma Îranê bi rêya wan 2 terorîstan pîlaneke êrîşkirinê hebûye.

Pêka vê raporê nasnameya wan 2 terorîstên Îranê nehatiye belavkirin lê hinek nûçegihaniyên nerfermî, wêneya kesekî bi 2 pasportên cuda û navên cuda, belav kirine ku ev kese xwediyê 2 pasportan ên bi navên “Xelîl Mihemedî Esil xelkê bajarê Tehranê” û pasporteke din a bi navê “Mihemedriza Ereblû xelkê Mihabadê” ye.

Heta niha çendîn terorîstên rejîma Îranê pîlana terorkirina cihûyan û geştyarên Îsraîlî li Qibrisê de dane ku bi hişariya polîsê Qibrisî, pîlanên wan hatine pûçkirin.