Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ukrayînê ragihand ku 8 mûşekên Rûsiyê teqandine

17:26 - 11 Kanûna pêşîn 2023

Artêşa Ukrayînê ragihand ku Rûsiye berdewame li ser havêtina mûşekan bo bajarên Ukrayînê û bi taybetî Kîêf a paytexê wî welatî û hin caran jî bi dironên Îranê êrîşê dike ser Ukraynê.

Artêşa Ukraynê ragihand ku bergiriya esmaniye artêşa ukrayînê şeva derbasbûyî aliyê kêm 8 mûşekên Rûsiyê hindayî serê Kîêfê berî evê ku bigehne armancê, teqandine û xistine.

Şerê di navbera Rûsiyê û Ukraynê her berdewame û dawî pênehatiye, lê di bin bandora şerê di navbera Hemas û Îsraîlê de gelek kêm bal bo ser tête rakêşan û mediayên cîhanê kêmtir bas jê dikin, ku Rûsiye jî vê yekê bi derfet dizanê û berdewam êrîşê dike ser Ukrayînê.

Ji bilî havêtina mûşek û Dironan, carna rapor basê şer û pevçonên serbazî li hin nawçên sinûrî jî belav dikin, û hertim hêzên vejayî di halê amadebaşê de ne.