Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Her nihade tête pêşbînîkirin ku bûdceya sala 1403 kêm tîne

17:37 - 11 Kanûna pêşîn 2023

Odeya Bazirganî, Pîşe û Kangehên Îranê datayên nû yên bûdceya sala 1403 an belavkiriye û pêşbînî kiriye ku renge bûdceya 1403, bi qasî 450 hezar milyard Tumenan rastî kêmanînê bê.

Navenda Lêkolîn a Odeya Bazirganî, Pîşe û Kangehên Îranê roja Duşemî 20ê Sermawezê, bi belavkirina data û hûrgiliyên bûdceya sala 1403 a Rojî, pêşbînî kiriye ku ev bûdceye renge 450 hezar milyard tumenî kêm bîne.

Pêka vê raporê bûdceya sala 1403 a rojî 6 hezar û 478 hezar milyard Tumen e ku bi berhevdanîn digel bûdceya 1402 , bi qasî %29.7 zêdetir e.

Pêka bûdceya 1403 a rejîma Îranê, her rojê divê milyonek û 350 hezar bermîl Neft bi nirxa 65 Euro, bifroşe û dahata Neft û Gazê 582.7 hezar milyard Tumen hatiye hisabkirin.

pêka vê raporê li bûdceya sala 1403 de standina bacê ji welatiyan zêdetir ji %50 zêde dibe û dana bûdceyeke gelek zêde bo beşa beravaniya rejîmê jî hatiye baskirin.

Pêka ragihandina Odeya Bazirganî, Pîşe û Kangehên Îranê, ew bûdceye hevaheng digel beranmeya 7 nîne, nehevsengiya dahat û xercê malbatan zêdetir dike, givaş û şikesta zêdetir a aboriyê li pey xwe tîne, gef li ser sermayedanînê heye, nehevsengiya bankan dê li pey xwe bîne.