Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Givaşên rejîmê bo ser xelk û mamosteyên olî yên Belûç berdewam e

17:42 - 11 Kanûna pêşîn 2023

Hêzên ewlehî û leşkerî yên rejîma Îranê li parzêgeha Sîstan û Belûçistanê de êrîş kirine ser 2 xwendigehên olî û bi 100an kes ji xwendekarên olî li wan xwendingehan de binçav kirine.

Pêka rapora “Halveş” roja Dûşemî 20ê Sermawezê, hêzên ewlehî û leşkerî yên rejîma Îranê li bajarê Zahidanê de êrîş kirine ser 2 xwendingehên Mizgevtên “Mewlewî Ebdulezîz” li taxa “Muradqulî” û “Ebûzer Xefarî” li devera “Kerîmabad” a bajarê Zahidanê û zêdetir ji 253 kes ji xwendevanên olî bi tundûtijî binçav kirine û bo ciheke nexuya veguhastine.

Pêka rapora “Halveş”ê, hêzên leşkerî, ewlehî û kinc sivîl, bi 13 maşîn û otobûsan li destpêkê de êrîş kirine ser wan xwendingehan û piştre çone nav wan 2 mizgevtan û bi gotinên neşiyaw û bêrêzîkirinan xwendevanên olî bi tundî kutane û bi rêya wan maşîn û otobûsan bo ciheke nexuya veguhastine.

Hêjayê gotinê ye ku xwendingehên olê yên wan 2 mizgevtan girêdayê bi Mizgevta Mekkî ya bajarê Zahidanê ne û heta niha, ti zanyariyek ji qedera wan binçavkiriyan nehatiye zanîn.