Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Terha rêgirî ji dana 6 milyard Dolar bi rejîma Îranê, li meclîsa Nûneran a Amerîkayê de hate pesendkirin

11:55 - 2 Kanûna pêşîn 2023

Bi pêdegiriya nûnerên Komarîxwaz ên meclîsa Nûneran a Amerîkayê, terha sekinandina dana 6 milyard Dolar bi rejîma Îranê, bi piraniya dengan hate erêkirin.

Meclîsa Nûneran a Amerîkayê bo rêgirîkirin ji destpêregihîştina rejîma Îranê bi 6 milyard Dolar ên ku li hember azadkirina barimteyên Amerîkayî yên ku rejîma Îranê azadkiribûn, terhek li jêr navê “Yasaya dabînnekirina bûdce bo terorîzma Îranê”, bi 307 dengên erê û 19 dengên ne, pesend kir.

Pêka lihevkirina Amerîka û rejîma Îranê, Amerîkayê 6 milyard Dolar dirafê bilokkiriyê Îranê li Koreya başûr de li hember azadkirina 5 barimtegirtiyên Amerîkayî yên li destê rejîma Îranê, azad kir lê heta niha rejîma Îranê nekariye heta dolarekê jî wî dirafî verbigre û hekî ev terhe li Senaya Amerîkayê de jî bê erêkirin, destê rejîma Îranê li wî dirafî, bi yekcarî tê qutkirin.

Li vê derheqê de serokê Komîteya Peywendiyên Navnetewî yê Meclîsa Nûneran a Amerîkayê “Michael McCaul” ku ser bi partiya Komarîxwaz e, gotiye: “Bi berçavgrtina nearamiya deverê, nabe 6 milyard Dolar bidin destê Îranê ku bo piştevanîkirin li terorîzmê xerc bike”.