Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Heta dawîhatin bi Hemasê, Amerîka dê alîkariyê bide Îsraîl

12:58 - 12 Kanûna pêşîn 2023

Serkomarê Amerîkayê bi tekezî ragihandiye, alîkarîkirina leşkerî ya Amerîka bo Îsraîl heta dawîhatin bi Hemasê dê berdewam be.

Pêka rapora “CNN” a Amerîkayê, roja Duşemî 11ê Kanûna yekem, Serkomarê Amerîka “Joe Biden” careke din piştevaniya Amerîka li Îsraîlê bo şer digel Hemasê Dubare kir û bi tekezî gotiye: “Amerîka dê şandina alîkariyê bo Îsraîlê heta demekê ku Îsraîl ji fitneya Hemasê rizgar bibe, dê berdewam bin”.

Herwisa Serkomarê Amerîkayê gotiye ku em divê hişyar bin û ji (Îsraîl) jî hişyar bin, hizra Cîhanê dikare li yek şevê de biguhere, lê em nikarin îzna qewimîna vê yekê bidin.

“Joe Biden” li derheq barimteyên li destê Hemasê de gotiye: “Em bê sekinîn cehdê dikin ku barimteyan bi awayekî ewleh bizivirînin û digel berpirsên “Qeter, Misir û Îsraîl” hewla garantîkirina azadiya barimteyan didin, kamiyonên alîkariyan bo nav Xezê bişînin, alîkariyên mirovî kom bikin da bikarin aliyan razî bikin ku rêyên gihandinê vekin”.

Herwisa Serkomarê Amerîka piştevaniya Amerîka li ewlehiya xelkê Cihû, ewlehiya Îsraîl û mafê hebûna wî welatî, dubare kir.