Li êrîşa esmanî ya Îsraîl bo ser binkeyên milîsên ser bi rejîma Îranê li Sûriyê, 4 kes hatine kuştin.
Pêka rapora Çavdêrê Mafê mirovî li Sûriyê, roja Dûşemî 11ê Kanûna Yekem, li demjimêrên şevê de Hêza Esmaniya Îsraîl, binkyên milîsên ser bi erjîma Îranê kirine armanc û 4 kes hatin kuştin ku 2 kes ji wan milîsên Hizbullah a Lubnanê û 2 kesên din ên ewlehiya rejîma Beşar Esed bûne.
Milîsên Hizbullaha Lubnanê heta niha çendîn caran kevtine ber êrîşên esmanî ên Îsraîlê û digel kesên ser bi spaha Quds a spaha pasdaran a terorîst hatine kuştin.
Çend rojan berî niha jî 2 kes ji piledarên spaha Quds bi êrîşa esmanî ya Îsraîlê li Sûriyê hatine kuştin.
Spaha Quds, milîsên ser bi rejîma Îranê û dezgeha ewlehî û leşkerî yên rejîma Sûriyê li afirandina fitneyan û cinayetên nemirovane û li dijî mirovahiyê de li Sûriye, Lubnan, Felistîn û îsraîlê de bikerên bingehîn in.
Heta belavbûna vê nûçeyê, hêzên Îsraîlî li vê derheqê de ti nûçeyek belav nekirine û li êrîşên berê de jî xwe ji belavkirina wan nûçeyan parastine.