Li zanîngeha Azad a Îslamiya Îranê de di cihê mamosteyên zankoyan ku pisporiyên taybet bi xwe hene, besîcên xwendekar bi kar tîne ku tevî ji rêderxistina xwendekaran û sixuriyê, hizra çewt a rejîmê belav bikin
Berpirsê Zanîngeha Azad a Îslamiya Îranê “Mihemed Tehrançî” li derheq bikaranîna xwendekarên besîcî di cihê mamosteyên zankoyê de gotiye: “Bi armanca çêkirina rewşa “inqilabî” li Zanîngeha Azad de, 18 hezar xwendekarên ciwan ên inqilabî(Besîcên li zanîngehê)” di cihê mamosteyên zankoyan ên wanebêj bi kar tên.
Navburî guherîna mamosteyên zankoyan bi xwendekarên besîcî, terhek bo geşeya hizra înqilabî li zanîngehan de binav kiriye ku bi wateya belavkirina hizra çewt a rejîma Îslamiya Îranê ye.
Ew yeka tevî milîtarîzekirina zêdetir a zanîngehan ji aliyê spaha pasdaran a terorîst û dijwartirkirina rewşa ewlehî li zanîngehan, dibe sedema daketina asta zanîstî ya waneyan û herwisa rê bo serkut û naskirina xwendekarên nerazî zêdetir tê vekirin.