Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hûsiyan gemiyeke ticarî ya Norvêjê kire armanc

16:39 - 12 Kanûna pêşîn 2023

Hûsiyên Yemenê li nêzî geviya “Babulmendeb” de gemiyeke ticarî ya Norvêjê kirne armanca mûşekeke kirûz û xisara malî bi vê gemiya Ticarî gihandine lê ti xisareke canî nebûye.

Pêka gotina berpirsekî Amerîkayê, gemiya ticarî ya bi navê “STRINDA” a Norvêjê li 111 kîkometraiya bakûrê gevriya “Babulmendeb” li demjimêr 9ê şevê bi dema “Lenden”ê bûye armanc mûşekek kirûz a Hûsiyan û herwisa berpirsekî din jî gotiye ku vê gemiyê demjimêrek piştî êrîşê çona xwe berdewam kiriye.

Herwisa “CENTCOM”ê daye zanên ku li dema êrîşkirin bo ser vê gemiya Norvêjî, ti gemiyeke Amerîkayê li nêzî wan nebûye lê gemiya şerker a “USS MASON” bersiva peywendiya vê gemiyê daye û niha mijîlê alîkarîdan bi vê gemiya nefthilgir e”.

Ew neftkêşa bi alaya Norwêjî ya kompaniya “Mowinckel” a Norwêjê ye û birêveberê vê kompaniyê li hevpeyvîn digel nûçegihaniya “El-Cezîrê” de gotiye: “Bi keyfxweşî ve ti xisarek canî nebûye û wan karîne agir bitemirînin û tekziya me li ser ewlehî û tendirûstiya kesên li gemiyê ye”.

Hûsiyên Yemenê bi handana rejîma Îranê û cebilxaneya vê rejîmê, bi hêceta gemiyên Îsraîlî, bi êrîşkirinên ser gemiyên ticarî, ewlehiya avên navnetewî li deryaya sor û deryaya Emanê de aloz kiriye.