Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girtiyek bona cîbicîkirina sizayê wî, ji Urmiyê ve bo Mihabadê hate veguhastin

11:15 - 13 Kanûna pêşîn 2023

Welatiyekî xelkê bajarê Mihabadê ku li xwenîşandanên seranserî li şoreşa “Jin Jiyan Azadî”yê de ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin, ji bajarê Urmiyê bo bajarê Mihabadê hate veguhastin.

“Sohrab Awîzken” xelkê bajarê Mihabadê ku li pêvajoya şoreşa “Jin Jiyan azadî”yê de li Xezelwera sala 1401 a rojî li bajarê Mihabadê de ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê ve hatibû binçavkirin û ji aliyê dadgeha rejîmê li bajarê Mihabadê de sezayê 3 sal girtinê, 3 sal dûrxistin bo girtîgeha bajarê Zencanê bi ser de hatibû sepandin.

Piştre navbirî bo lêpirsînên zêdetir bo girtîgehên ewlehî yên rejîmê li bajarê Urmiyê hatibû veguhastin û piştî bi dawîhatina wan lêpirsînan, roja Şemî 18ê Seremawezê bo cîbicîkirina cezaya sepandî, bo girtîgeha rejîmê li bajarê Mihabadê hate veguhastin

“Sohrab Awîzken” bi tohmeta “kombûn bi armanca alozkirina ewlehiya welat û alozkirina aramî û asayîşa giştî” li dadgeha rejîmê de li bajarê Mihabadê, hatibû dadgehî kirin.