6 kes û 5 damezrawe li Îranê bi sedema berhemanîn û geşedan bi dironên rejîma Îranê ku li şerê Rûsiyê bi dijî Ukraynê de bo êrîşkirin ser xelkê Ukraynê têne bikranîn, ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve hatine tehrîmkirin.
Yekîtiya Ewropa roja Dûşemî 20ê Sermaweza 1402 a Rojî bi belavkirina daxuyaniyekê daye zanîn ku 6 kes û 5 damezraveyên Îranê bi sedema berhemanîn û geşedan bi dironên rejîma Îranê ku li şerê Rûsiyê bi dijî Ukraynê, bo kuştina xelkê medenî û herwisa bo ser bajarên Ukraynê têne bikranîn, tehrîm kirine.
Pêka vê daxuyaniyê kompaniyên wek “Şikad Senetê Asimanî, Beharistanê Kîş, Seid Sazê Feraz Şerîf, Sermed Elktronîk Spahan û Kîmiya Part Sîwan” û 6 kes ji birêveber û cihgirê wan kompaniyane, hatine tehrîmkirin.
Darayîya wan kompanî û kesane li Ewropayî de tê bilokkirin.