Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kolberek birîndar bû û kolberekî din jî ku pêşda birîndar bibû, canê xwe ji dest da

12:08 - 13 Kanûna pêşîn 2023

Welatiyekî xelkê Selasa Bavecanî li dema kolberiyê de bi sedema teqîna mînê li sînorê Newsûdê, bi dijwarî birîndar bû û herwisa kolberekî din ji ku li wî sînorî de hatibû birîndarkirin, canê xwe ji dest da.

Pêka rapora Rêkxirava Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê, roja Sêşemî 21ê Sermaweza 1402 a Rojî, welatiyekî xelkê “Selasa Bawecanî” yê bi navê “Mensûr Silêmanî” bi sedema teqîna mînê li sînorê Newsûdê, pêyê wî yê rastê bi dijwarî birîndar bûye ku bo nexweşxaneya bajarê “Pawê” hatiye veguhastin.

Herwisa Kurdpa”yê daye zanîn, kolberekî temen 52 salî yê bi navê “Hebîb Rizayî”, xelkê gundê “Elîyeiqûb” û rûniştiyê bajarê “Ciwanro”yê ku li roja yekşemî 5ê Sermawezê bi sedema teqeya rasterast a hêzên rejîmê li sînorê “Newsûd”ê bi dijwarî birîndar bibû û li beşa “ICU” ya nexweşxaneya “Taliqanî” ya bajarê Kirmaşanê de hatibû razandin, roja Çarşemî 22ê Sermawezê bi sedema dijwariya birînan, canê xwe ji dest daye.