Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîl li Sûriye û Yemenê de êrîş kiriye ser binke û cebilcxeya milîsên ser bi rejîma Îranê

15:08 - 2 Kanûna pêşîn 2023

Îsraîlê enbara cebilxaneya Hûsiyan li bajarê “Sen`a”yê li Yemenê teqandin û li bajarê Demişqê de jî li ser binkeyên Hizbullhê teqandin lê ti amarek ji xisarên canî û malî belav nebûye.
Pêka rapora “El-Hedes”, roja Pêncşemî 9ê Sermawezê teqîneke mezin li bajarê “Sen`a”yê li Yemenê qewimiye û enbara cebilxaneya Hûsiyan a mûşekên dûrhawêj û dironan ji aliyê hêza esmaniya Îsraîlê ve hatiye teqandin, lê Îsraîlê heta niha ti zanyariyek li vê derheqê de belav nekiriye.
Pêka rapora Wezareta Berevaniya Sûriyê, Artêşa Îsraîlê li demjimêr yek û 35 xulekên sibêdeha roja Şemî 11ê Sermawezê, balafirên şerker ên Îsraîlê li derdora bajarê Demîşqê û herwisa  devera“Gulan”ê çendîn cih bombebaran kirine û pêka gotina xelkê li derdora bajarê Demişqê, dengê teqînên gelek mezin hatine bihîstin.
Li vê derheqê de birêveberê Çavdêrê mafê Mirovî li Sûriyê “Ramî Ebdulrehman” li hevpeyvîn digel nûçegihaniya “Firansê” de gotiye ku hêza Esmaniya Îsraîl, li taxa “Zêynebiyê” li başûrê Demişqê, çendîn cihên ser bi Hizbullahê teqndine û piştî êrîşê, bi lezgînî ambolans bo vê taxê hatine şandin.
Ti amarek ji xisarên canî û malî yên vê êrîşê, nehatine belavkirin.