Artêşa Îsraîl, pompaja Avê ji deryaya Naverast bo tûnelên Hemasê dest pêkiriye û ew tûnelane li demekî nêz de dê tejî av bibin û Hemas nikare ji wan tûnelan bo êrîşkirina ser Îsraîlê, bikar bîne.
Pêka rapora “The Wall Street Journal” a Amerîkayê, Artêşa Îsraîl, pompajkirina avê ji deryaya Naverast bo tûnelên Hemasê dest pêkiriye, ew tunelane hêdî hêdî tejî av dibin û Hemas nikare wan bikar bîne.
Pêka vê raporê, tejîkirina tûnelan bi avê, beşek ji hewldana Artêşa Îsraîl bo jinavbirina damezraveyên binerd ên Hemasê ye.
Pêka daxuyaniyeke Artêşa Îsraîl li ser tora civakiya “X”, termê 2 kes ji barimteyên li destê Hemasê ku li festîvala aşitiyê de hatibûne revandin, peyda kirine, pêka vê daxuyaniyê, navê wan kesan keçek a bi navê “Eden Zekerya” û kesekî leşkerê yê bi navê “Ziw Dad” e.