Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelata Saxarof pêşkêşî “Jîna Emînî” û tevgera “Jin Jiyan Azadî”yê hate kirin

12:44 - 13 Kanûna pêşîn 2023

Roja Sêşemî 21ê Sermaweza 1402 a Rojî, xelata Mafê azadiya hizran a “Saxarof” li bajarê “Starasborg” a Feransê de bi şehîd “Jîna Emînî” û tevgera “Jin Jiyan Azadî”yê hate pêşkêşkirin.

Bi sedema qedexekirina derketina kesên vê malbatê bo derveyî Îranê, ji aliyê wezareta Îtilaat a rejîmê,  Parêzerê malbata şehîd “Jîna Emînî”, Salih Nîkbext, bi nûneratî ji vê malbatê, ew xelata wergirt.

Salih Nîkbext li dema vergirtina  xelat, peyama malbata şehîd “Jîna”yê pêşkêşî amadebûyan kir.

Dayka Jînayê, “Mujgan Iftixarî”, li vê peyamê de tevî îşarekirin bi qedexekirina derketina wan ji Îranê bo vergirtina wî xelatî, îşare bi şehîdbûna Jînayê û derbaskirina sînoran û dana canek dubare bi îradeya rizgariya mirovî kir.

Li beşeke vê peyamê de hatibû: “Jîna nîşandeka jiyanê ye, jinayek ku navê vê bû remza rizgarî û xewna azadiyê li welatê xwe Kurdistanê ve bi cîhan û Rojhilata Navîn gihand”.

Li vê derheqê de roja Sîşemî 21ê Sermawezê, rêzdar Kak “Mistefa Hicrî”, Berpirsê Navenda Birêveberiya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li peyamekê de pîrozbahiya pêşkêşkirina xelata Saxarof bi malbata şehîd “Jîna Emînî”, malbatên şehîdan û binçavkiriyên tevgera “Jin, Jiyan Azadî”yê kir.

Rêzdar Kak “Mistefa Hicrî” li vê peyamê de bas ji karlêkeriya tevgera “Jîna”yê li ser xebata azadîxwaziyê li Îranê de kir û got: “pêşkêşkirina vê xelatê wek hewlekê bi wec bo rêzgirtin ji xebat û qurbanîdana civaka Kurdistanê, netewên bindest û hemû azadîxwazên Îranê li pêxema rizgarî û serbestiyê dizanin.