Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Cezayê bidarvekirina çendîn girtiyên Kurd ji aliyê rejîmê ve hate cîbicîkirin

11:42 - 14 Kanûna pêşîn 2023

Sipêdeha roja Çarşemî 22ê Sermawezê, cezayê bidarvekirina girtiyekî yê bi navê Ubeyd Mehmûdî xelkê Riwanserê, li girtîgeha Dîzilavaya Kirmaşanê de hate cîbicîkirin.

Ew girtiyê Kurd di heyama rojên derbasbûyî de, bi mebesta cîbicîkirina cezayê biserde hatî sepandin bo odeya take kesî a girtîgeha Dîzilavaya Kirmaşanê hatibû veguhastin.

Ev girtiye li Rezbera 1400, bi tohmeta kuştina bizanebûn a jinekê hatibû girtin û ji aliyê Navendên Dadweriyê ve, cezayê bidarvekirinê biser de hate sepandin.

Herwisa Serê sibêdehiya Çarşemiyê girtiyekî din ê bi navê Dawud Xadimî xelkê bajarê Merîwanê li girtîgeha Sinê de hate sêdaredanê.

Herwisa 2 girtiyên dinê jî li gitîgeha Kerecê de hatne bidarvekirin

Roja Sêşemiyê 2 girtiyên dinê ye Kurd bi navên Emîn zakirî Kakawend xelkê Hersînê û Xelîl Hacîabadî xelkê Kengawerê li girtîgeha navendiya Kerecê de hatne sêdaredane.