Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi hilkefta 26ê Sermawezê, li çendîn bajarên Rojhilatê Kurdistanê, çalakiyên teblîxî bi rê ve çon

11:56 - 14 Kanûna pêşîn 2023

Bi hilkevta pîrozkirina 26ê Sermawezê, Roja Pêşmergê Kurdistanê, li çendîn bajar û deverên Rojhilatê Kurdistanê de endam û alîgirên Hizba Demokrat çalakiyên berfirehe teblîxî lidar xistin.

Endam û alîgirên Hizba Demokrat tevî rewşa ewlehî li seranserê bajarên Rojhilatê Kurdistanê, li çendîn bajarên wek Mihabad, Bane û Bokan, pîranşehrê de çalakiyên teblîx yên taybet bi 26ê Sermawezê lidar xistin û tevî dubarekirina peymana xwe digel rêbaza pêşmerge, amadebûna xwe bo encamdana her biryar û erkekî Hizbî, ragihandin.

Endamên têkoşer ên Hizba Demokrat li devera “Qizilce”yê li ser çiyayê “Sengera Pêşmerge”, ya bajarê Mihabadê, li ser çiyayên “Babos û Dûzîn” li bajarê Banê, li ser çiyayên “Şaxereş” a Gilênan a bajarê Bokanê, û di nava bajarê pîranşehrê de karê teblîxî kirin û alaya pîroza Kurdistanê û logoya Hizba Demokrat û logoya Pêşmerge hildan û nîşandan û çiyayên Kurdistanê ti caran bê pêşmerge û ala Kurdistanê namîne.

Rejîma Îranê bi milîtarîzekirina dever û bajarên Rojhilatê Kurdistanê hewla rêgirî ji birêcveçona çalakiyên banghêjî yên 26ê Sermawezê dide lê endam û alîgirên Hizba Demokrat û xelkê xebatkare Kurdistanê tevî pîrozkirina “Roja Pêşmergê Kurdistanê” wan çalakiyane bi rê ve dibin û bi rejîma Îranê didin selimandin ku şiyana encamdana her erk û biryareke Hizbî li her rewşekê de hene.