Bi armanca berhemanîna xîz li devera “Mîrawa” a ser bi bajarê Merîwanê, bi dînamît û boldozeran jîngeha vê deverê ji aliyê kargeha berhemanîna xîz ve tê jinavbirîn û jiyana sirûşta vê deverê li jêr gefa jinavçonê de ye.
Destdanîn bi ser çiya û daristanan û teqandina wan bi dînamîtan û bi boldozeran ji aliyê kargeha berhemanî xîz li derdora gundê “Sawa”yê ser bi devera “Xaw” a “Mîrava” ya ser bi bajarê Merîwanê, tevî jinavbirina daristan, teqandina erdê bi dînamîtan, pirsgirêkên gelek micid li heyama wan çendîn salan de çêkiriye.
Parêzerên jîngehê tevî lipeyketin û huşdarîdanê heta niha nekarîne rêgiriyê ji vê kawilkariyê bikin, dengê teqîna dînamîtan bûye sedema revîn jîndarên kuvî ji vê deverê û daristnên vê deverê li jêr gefa jinavçonê de ne.
Ew teqandin û rastkirina gir û daristanan li tenîşta kangehên qîr û madên din ên neftî û li tenîşta rêya navnetewî ya “Başmax”ê de têne kirin.
Tevî ku Encumena “Keska Çiya” a Merîwanê çendîn caran berpirsên peywendîdar ên parêzgeh û bajar û dadstanî, ji vê yekê agehdar kirine, lê heta niha ti bersiveke serast bi wan jî nehatiye dan.