Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwendevanek Belûç li jêr îşkenceyên spaha pasdaran de, canê xwe ji dest da

12:12 - 14 Kanûna pêşîn 2023

Xwendevanekî Belûç ku li jêr îşkenceyên hêzên îtilaata spaha pasdaran a terorîst li girtîgehê de kevtibû rewşa komayê, piştî derbasbûna 3 heyvan, canê xwe ji dest da.

Pêka rapora “Halveş”, roja Duşemî 20ê Sermawezê, xwendekarê 19 salî yê Belûç, “Mehmûd Rexşanî” yê kurê “Îbrahîm” ku li jêr îşkenceyên hêzên îtilaata spaha pasdaran a trorîst de derbên giran bi serê wî dabûn, kevtibû reşa komayê û piştî derbasbûna derdora 3 heyvan canê xwe ji dest da.

Pêka gotina kesên nêzî vê malbatê, “Mehmûd Rexşanî” ê xwendevanê sala dawî ya xwendingeha “Husêynî” li şeqama “Baqirî” ya bajarê Zaboolê bû ku li roja 12ê Xermanana îsal, hêzên îtilaata spaha pasdaran êrîş kiribûne ser mala babê wî û bê hebûna ti belgeyeke yasayî, bi hêceta lêgerin li pey çekê, mala wî vekolîbûn û tevî peydanekirina ti çekekê “Mehmûd” digel xwe biribûn.

“Mehmûd Rexşanî” li jêr îşkenceyên hêzên îtilaata spaha pasdaran de derbên giran bi serê wî kevtbûn û ew ciwanê Belûç bi sedema wan derbeyan, kevte rewşa komayê.

Hêjayê gotinê ye ku hêzên hov û dije mirov ên spaha pasdaran piştî şehîdbûna “Mehmûd”, givaş xistine ser malbata wî ku nabe ti skalayekê li dijî wan tomar bike û divê rizayetê jî bide û ew malbate neçar kirine ku bo dana termê zaroka wan, rizayetnameya nivîskî wajo bikin û gef li wan xwarine ku nabe kuştina wî ciwanê Belûç, bê mîdyayîkirin.