Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Elî Simko” kesayetiyê naskirî û nevyê simkoyê Şikak koça dawî kir

12:34 - 14 Kanûna pêşîn 2023

Elî Simko, kesayetîyê dîyar û welatparêz û kurê mezin ê rehmetî Tahir Xan, nevîyê Rêberê navdare Kurd Șehîd Smkoyê Șikak koça dawî kir.

Mixabin Elî Simko naskirî bi Elî xan, kurê Tahir xan û nevyê rêberê navdare şoreşa Kurd Simkoyê Şikak, roja Çarşemiyê li bajarê “Vêsteros”ê, li welatê Swêdê, bi sedema nesaxiyê koça dawî kir.

Elî Simko weke bab û bapîrê xwe, hertim xwe xizmetkar û xebatkarê gelê xwe dizanî û li pêxema mafê gelê Kurd de tekoşîn kiriye û piştî hatina serkare rejîma Îslamî û înkara maf û daxwaziyên netewa Kurd, Elî Simko jî kevte nava tevger û şoreşê û bo heyamê 6 salan çeka berevanî ji gelê kurd havête milê xwe û wekî azadîxwazekê xebat kir û di vê rêkê de jî gelek ked da û bi sedema êrîşa rêjîmê û şerê li ser rejîma Xumeynî li ser Kurdistanê, Elî Simko jî dehan caran cihê mal û zarok û jiyana xwe gund bi gund guherî û di heyamê 6 sal xebata xwe a rizgarîxwazî de li Kurdistanê, tevî malbata xwe rastî gelek dijvariyan hat.

Piştre sala 1984 û êrîşa berfirehe rejîmê û dagîrkirina nawçên Kurdistanê, Elî Simko digel malbata xwe mişextiyê welatê Tirkiyê bû û piştre jî weke penaberekî siyasî ço bo welatê Swêdê.

Elî Simko li derveyî welat jî weke xebatkarekî azadîxwaz berdewam çalakiyên siyasî hebûne û heya dawî roja temenê xwe, emegdar bû bi rêbaza Simko û doza kurd û ti caran amade nebû serê xwe bo dujminê bab û bapîrê xwe bitevîne û hertim dilê wî bo azadî û rizgariyê lêdida.

Elî Simko roja 13ê Kanûna Yekem li welatê Swêdê ço ber dilovaniya xudê.

Di vê derbarê de gorî agehdariya malbata Simko li derveyî welat  hatiye radigihandin ku di rojên pêş de zanyariyên zêdetir derbarê merasîma oxirkirina rêzdar Elî Simko û sersaxiyên wî belav bikin.

Hizba Demokrat a Kurdistana îranê, sersaxiya xwe pêşkêşî malbat û kesûkarê xudêjêraî Elî Simko û malbata mezin û netewî ya Simkoyê Şikak û hemû gelê Kurd dike û xwe şirîkê xem û nerehetiya wan dizane.