Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nirxa şîrê hişk li Îranê, %40 bilind bûye

17:19 - 2 Kanûna pêşîn 2023

Tevî ku şîrê hişk bi zehmetiyan dest dikeve, nirxa vê %40 bilind bûye û vê yekê bo malbatên ku zarokên şîrxwer hene, pirsgirêkên micid çêkirine.

Pêka rapora malpera “Xeber Online” a ser bi rejîma Îranê, malbatên ku zarokên jêr temen 2 salî hene, rastî astengiyan hatine û tevî pirsgirêka destnekevtina şîrê hişkî, rastî bilindbûna %40 a nirxa şîrê hişik jî hatine.

Pêka vê raporê şîrê hişk ê “Aptamîl, Nan û Bêbêlak” ên berhema navxweyê Îranê ku nirxa wan 40 heta 50 hezar Tumen bû niha bi nirxa 70 heta 80 hezar Tumenî tê firotin û şîrê hişk ên berhemên biyanî ên wek “Bêbtamîn Joniyor” ji 170 hezar tumenî bi 780 hezar Tumen û “Rêsors Joniyor” ji 80 hezar Tumenî bi 400 hezar Tumenî bilind bûne.

Beşek zêde ji zarokên jêr temen 2 salî bi sedema neşiyana malî ya malbatên wan bo kirîna şîrê hişk, rastî pirsgirêkên micid ên tendirustî û herwisa birsîmanê hatine.

Pêka gotina karnasekî rejîmê yê warê dermanan ê bi navê “Mihemed Tahirî”, “diyarînekirina bûdce bo kirîna madên bingehîn ên hewce bo berhemanîna şîrê hişk li navxweyê Îranê û nebûna bernameyeke serast bo paşkevtkirinê bo dema hewce” ji sedemên destnekvtin û bilindbûna nirxa şîrê hişk li Îranê ne”.