Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serkomarê rejîmê ji tirsê binçavkirinê sefera xwe bo welatê Swîsê hilweşand

21:58 - 14 Kanûna pêşîn 2023

“Îbrahîm Reîsî” ê Serkomarê rejîma Îranê bi sedema şikayeteke tomarkîrî bo encamdana cinayet li dijî mirovahî û tirs ji binçavkirinê, sefera xwe bo Swîsê hilveşandiye.

Serkomarê rejîma Îslamiya Îranê “Îbrahîm Reîsî” ku bi sedema encamdana cinayet li dijî mirovahiyê, li welatê Swîsê de şikayetek li dijî wî hatiye tomarkirin, pêka vê şikayeta tomarkirî daxwaza binçavkirina “Îbrahîm Reîsî” ji berpirsê welatê Swîsê hatiye kirin, lewma Îbrahîm Reîsî ji tirsê binçavkirinê sefera xwe ya bo Swîsê hilveşandiye.

Biryar bû ku “Îbrahîm Reîsî” ê Serkomarê rejîmê, li kora cîhaniya penaberan ku ji 22 heta 24ê Sermawezê li bajarê “Jinêv”ê de beşdariyê bike, lê Saziya Welatên Yekgirtî li serêwara roja Duşemiyê ragihand ku di cihê “Îbrahîm Reîsî” dê “Husên Emîrebdullahiyan” ê Wezîrê Derve yê rejîma Îranê dê serperestiya heyeta Îranê bike.

Pêka vê şikayeta tomarkirî, ji berpirsên Swîsê daxwaz hatiye kirin  ku “Îbrahîm Reîsî” bi sedema bidarvekirinên bi kom ên dijberên rejîma Îranê li sala 1988 a Zayînî de bi encamdana cinayet li dijî mirovahiyê bête girtin û dadigehîkirin.