Li heyama 2 rojên derbasbûyî de 2 gemiyên din ên ticarî kevtine ber êrîşa Husiyên Yemenê û vê yekê hatinûçona gemiyan li geviya “Babulmendeb” de rastî pirsgirakan aniye.
Hûsiyên Yemenê bi hêceta êrîşkirin bo ser gemiyên Îsraîlî, roja Înê 24ê Sermawezê, bi mûşekeke kirûz, êrîş kirine ser gemiyeke ticarî ya barhilgir a bi navê “MS Palatiniyom III” lê heta niha ti raporek li ser xisarên vê êrîşê nehatiye belavkirin.
Pêka gotina berpirsekî Amarîkayê, ew gemiye bi alaya welatê “Lîberiya”yê li avên deryaya Sor de kevtiye ber êrîşa Hûsiyên Yemenê.
Herwisa roja Pêncşemî 23ê Sermawezê jî gemiya ticariya “MAERSK Cebeluttariq” bi alaya “Hong Kong”ê li dema derbasbûn li geviya “Babolmendeb” de rastî êrîşa mûşekeke balistîkî ya Hûsiyên Yemenê hatibû ku bi sedema lêneketin bi vê gemiyê ti xisarek nebûye û li nêzî gemiyê kevtiye.
Geviya Babulmendeb li cihê herî berteng de bi tenê 29 kîlometran panatî heye û pêka berewirdan salane zêdetir ji tirûlyonek dolar berhemên ticarî ji vê geviyê re derbas dibin.