Hêzên “Ceyşuledil” li êrîşa bo ser navenda Fermadehiya Îtizamî ya bajarê Raskê de zêdetir ji 12 kes ji wan hêzên hov kuştine û 7 jî birîndar kirine.
Pêka rapora “Resed ê Belûçistan”ê, 11 kes li êrîşa roja Înî ya hêzên “Ceyşuledil” de bo ser navenda fermandehiya Îtizamî ya rejîma Îranê li bajarê Raskê de hatine kuştin û 7 kes jî birîndar bûne û navê wan 11 kesên ku hatine kuştinê jî, belav kirine û li vê raporê de îşare bi milîtarîzekirina bajarê Raskê û geştên esmanî yên helîkopterên rejîmê li derdora wî bajarê de hatiye kirin.
Li vê derheqê de Saziya “Ceyşuledil” daxuyaniyek belavkiriye û ragihandiye ku derdora 50 kes ji hêzên întizamî yên rejîmê kuştine an birîndar kirine û herwisa 2 maşîn û 2 motorsîkletên vê binkeya rejîmê jî şewitandine û ew şere li nabera demjimêr 2 heta 5ê sibêdeha roja Înî 24ê Seramwezê de qewimiye.
Pêka daxuyaniya “Ceyşuedil”ê tevahiya hêzên li navenda fermandehiya întizamî ya rejîmê li bajarê Caskê, bilî 3 kes ku teslîm bûne, yên din bi tevahî hatine kuştin an birîndarkirin û ew êrîşe li nêzî binkeya besîc û hêzên ewlehî yên rejîmê û li ber çavên wan hatiye encamdanê û wan hêzan jî bi sedema tirsê ji binkeyên xwe dernekevtine.