Endam û alîgirên Hizba Demokrat li bajarê Mihabad û herwisa li ser rêya Mihabad-Pîranşarê de alaya Kurdistan û yûbîla Hizba Demokrat bilind kirin û tevî pîrozkirina vê roja netewî,emegnasiya bo Hizba Demokrat dane xuya.
Roja Înê 24ê Sermawezê, endam û alîgirên têkoşer ên hizba Demokrat bi hilkefta 26ê Sermawezê, roja Pêşmergê Kurdistan û alaya Kurdistanê” tevî rewşa awarte û tundbûna rewşa ewlehî li piraniya bajar û deverên Rojhilatê Kurdistanê, li roja rohn, alaya Kurdistan û yûbîla Hizba Demokrat li ser çiyayê “Qijaxlû” li devera “Çemê Medîxan” a ser bi bajarê Mihabadê, bilind kirin.
Herwisa endam û alîgirên bivêr ên Hizba Demokrat roja Înê li ser rêya “Mihabad- Pîranşarê” alaya Kurdistan û yobîla Hizba Demokrat bilind kirine û poster û traktên taybet bi 26ê Sermawezê jî belav kirine.
Endam û alîgirên têkoşer û bivêr ên Hizba Demokrat bi encamdana wan çalakiyan li rewşeke awarte û tundbûna rewşa ewlehî, ev çalakiyane encam dane û bi rejîma Îslamiya Îranê dane selimandin ku, li her hal û rewşekê de şiyana birêvebirina her erkek hizbî û netewî hene.
Herwisa wan endam û alîgirên Hizba Demokrat tevî pîrozkirina 26ê Sermawezê, soza xwe digel rêbaza şehîdan û hizba Demokrat nû kirin û amadebûna xwe bo cibicîkirina her erkek Hizbî ragihandin.