Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Agirpêketin bi palavtingehan li Îranê berdewam e

13:13 - 16 Kanûna pêşîn 2023

Li yekeya “Teqtîr” a palavtingeha Îsfehanê de agirpêketineke mezin qewimiye û berpirsên rejîmê gotine ku ew agirpêketina asayî ye.

Roja Şemî 25ê Sermawezê, yek ji yekeyên “Teqtîr” a palavtingeha Îsfehanê de agirpêketineke mezin qewimiye û pêka ragihandinên ser bi rejîmê, ew agirpêketin hatiye temirandin lê heta niha ji sedema vê agirpêketinê û xisarên canî an malî ti zanyariyeke serast belav nebûye.

Birêveberê Malî û Bazirganiya encumena “Sen`et a palayişê Neft” li vê derheqê de îdia kiriye ku pitir palavtingeh li cihên metirsîdar de têne avakirin û bûyerên wiha asayî ne.

Tevî ku rejîma Îranê bi hêcetên çewt hewla perdepoşkirina sedemên wan agirpêketinan dide, lê berdewamiya agirpêketinan li palavtingehan de li Îranê gelek zêde bûye û rengehiya agirberdan û teqîn bo agirberdan li wan cihan de heye û heta niha ti alî yan girûpek ew teqîn û agirpêketinên li palavtingehên Îranê de li stuyê xwe negirtine.

Rojnameya Tabnak a ser bi rejîmê li vê derheqê de nivîsandiye ku ti xisareke canî nebûye lê ti basek ji sedema vê agirpêketinê û xisarên malî nekeiye û berpirsê pêwendiyan ê vê palavtingehê jî ragiahndiye ku agir hatiye temirandin lê ti basek ji sedem û xisarên vê agirpêketinê nekiriye.