Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Balafireke şer a rejîma Îranê kevte xwarê

21:07 - 16 Kanûna pêşîn 2023

Bafireke şer a hêza esmaniya spaha pasdaran a terorîst li parêzgeha Fars de kevte xwarê û spaha pasdaran a terorîst ev yeka piştrast kiriye.

Pêka raporên belavbûyê yên nûçegihaniyên rejîma Îranê demjimêr 11 û 30 xulek a roja Şemî 25ê Sermawezê, balafireke şerker a cura “Soxo22”  a hêza esmaniya spaha pasdaran a terorîst li derdora gola “Perîşan” a bajarê “Kazirûn”ê ser bi parêzgeha Fars, kevtiye xwarê û balafirvanê vê jî bi rêya pereşûtê û bi hinek birînên sivik rizgar bûye.

Spaha pasdaran û berpirsê balafirxaneya parêzgeha Fars, kevtina vê balafirê bi pirsgirêkên teknîkî ve girêdane lê sedema kevtinexwarê ya vê balafirê hêj bi serastî nehatiye zanîn.

Hêjayê baskirinê ye ku balafirên “Soxo22” zêdetir ji 60 salan berî niha li sala 1960 a Zayînî de ji aliyê Rûsiyê ve hatine berhemanîn û li Îranê de jî tevî bikarhatina zêde û kêmasiyên wan, şiyana şerkirin û firînên hewce li artêşa rejîma Îranê û hêza esmaniya spaha pasdaran a terorîst de nînin.

Nêzîk bi tevahiya balafirên şer li Îranê li rewşa rizîbûnê de ne, lê rejîma Îranê bi sedema nebûna balafirên nû, ji balafirên rizî mifahê verdigre.