Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakiyên berfireh ên bi hilkefta 26ê Sermawezê berdewam in

21:12 - 16 Kanûna pêşîn 2023

Bi hilkefta 26ê Sermawezê, roja “Pêşmerge û Alaya Kurdistan” endam û alîgirên Hizba Demokrat li çendîn bajar û deverên Rojhilata Kurdistanê de çalakiyên berfireh ên banghêjiyê lidar xistin.

Endam û aligirên bivêr û têkoşerên Demokrat li tevî rewşa awarte û ewlehiya tund li piraniya dever û bajarên Rojhilatê Kurdistanê li çendîn bajar û deverên Rojhilatê Kurdistanê de bi belavkirin traktên taybet bi 26ê Sermawezê û bilindkirina alaya Kurdistana û yûbîla Hizba Demokrat û nivîsandina dirûşman, soza xwe digel rêbaza şehîdan û emegnasiya xwe bo Hizba Demokrat dane xuya û tevî piîrozkirina vê roja netewî, bi rejîma Îranê û hêzên ser bi vê rejîmê li Rojhilatê Kurdistanê de dane selimandin ku li her rewş û halekê de şiyana birêvebirina her cure erkekî hizbî hene.

Li wan cihan de çalakî bi rê ve çûne:

Bane: Taxên “Gulistan, Emakin, silêmanbeg” û şeqama Hêmin û şeqama Kurdistan û herwisa li şehreka Tewhîd û kemerbendî, gundên Tekyeya Xelîfe Rehme, mizgevta Seyîd û pişta kargeha Berqê.

Şino: gundên Alkawê û gundê Zimê, li nav bajarê Nelos û gundên Sergîz, Qeresewqel, Dêşems, balagîr, Kone Qela û xwarbot.

Pîranşar: li gund û Mizgevta gundê “Xirape”.

Li ser rêya bajarê “Banê” bo “Rebet”