Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li êrîşa esmaniya Îsraîl bo ser binkeyên rejîma Îranê li Sûriyê 2 pasdarên terorîst ên rejîmê hatine kuştin

17:22 - 2 Kanûna pêşîn 2023

ragihandinên ser bi rejîma Îranê belav kirine ku 2 berpirsên payebilind ên spaha Quds li êrîşa esmaniya Îsraîl li Sûriyê hatine kuştin.

Li êrîşa esmaniya Artêşa Îsraîlê bo ser binke û navendên spaha pasdaran a terorîst li Sûriyê, 2 piledarên spaha Quds ên bi navên “Mihemedelî Etayî Şorcê û Penah Teqîzade” hatine kuştin û pêka ragihandinên rejîmê ew 2 piledarê terorîst li dema encamdana şêwirmendiyê de hatine kuştin.

Herwisa pêwendiyên giştî ya spaha pasdaran a terorîst bi belavkirina daxuyaniyekê kuştina  wan 2 pasdarên terorîst, piştrast kiriye lê ti zanyaruiyek li ser rêkevta kuştina wan 2 pasdarên gemar belav nekiriye û renge ew 2 pasdarên rejîmê li êrîşa sibêdeha roja Şemî 11ê Sermawezê de ji aliyê Artêşa Îsraîl bo ser taxa “Zêynebiye” li başûrê Demişqê, hatibin ekuştin.

Pêka nûşeyên belavbûyî wan 2 pasdarên terorîst li perwerdekirina milîsên ser bi rejîma Îranê li Sûriyê de roleke zêde hebûne.