Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şer li deverên başûr û bakûrê Xezê dijwartir bûye

12:17 - 17 Kanûna pêşîn 2023

Şerê di nabvera Artêşa Îsraîl û milîsên Hemasê li başûr û bakûrê xezê de dijwartir bûye û şerekî giran li wan deveran de bi rê ve diçe û hejmarek kes ku bi rengehiya zêde milîsên Hemasê ne, hatine kuştin.

Pêka dawî raporên Belavbûyî, Artêşa Îsraîl li devera “Cebaliya” li bakûrê Xezê, êrîşeke giran kiriye ser milîsên Hemasê û şereke dijwar qewimiye lê heta niha ti amareke serast ji kuştî an birîndaran belav nebûye û bi tenî nûçegihaniya “Wefa” a Felestînê Îşare bi kuştin û birîndarbûna 10an kesan kiriye lê nedaye xuya ku ew milîsên Hemasê ne an xelkê medenî yên Felestînê ne.

Herwisa Artêşa Îsraîl li navend û rojhilata bajarê “Xanyûnis”ê de bi topxane û helîkopteran êrîşeke giran li ser milîsên Hemasê kiriye û pêka raporan şerekî giran li deverên derdor û li nav bajarê Xanyûnis ên wek bajarê “Benî Sohêyla” li jêr bombaran û êrîşên giran ên hêzên Artêşa Îsraîlê de ye.

Herwisa li taxa “Nûrşems” li bajarê “Tolkerem” û taxa “El-Urûb” li bakûrê “Elxelîl û gundê “Tel” li başûrê Nablosê, şer hebûye û çendîn kes hatine kuştin û ajotvanê ambolansekê jî ji aliyê Artêşa Îsraîlê ve hatiye binçavkirin.