Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Qedera birayê şehîd “Fercad Derwîşî” piştî derbasbûna nêzî 2 mehan hêj nerohn e

16:28 - 17 Kanûna pêşîn 2023

Piştî derbasbûna nêzî 2 mehan ji binçavkirina “Seyad Derwîşî” yê birayê şehîd “Fercad Dewîşî” ku li girtîgeheke ewlehî ya rejîma Îranê de ye, qedera wî welatiyê Kurd hêj rohn nebûye.

Pêka rapora Rêkxirava Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê, heta niha qedera birayê şehîd “Fercad Derwîşî” yê bi navê “Seyad Derwîşî” nerohn e û navbirî tevî ku heta niha ji mafê parêzer bêpar bûye, ji hevdîtin digel malabata xwe jî hatiye bêparkirin.

“Seyad Derwîşî” li rojên destpêkî yên meha Xezewera Îsal, ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma Îranê ve bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî li şeqameke bajarê Urmiyê de hate girtin û bo ciheke nexuya hate veguhastin û tevî lipeyketinên malbata wî, heta niha jî qedera “Seyad” nerohn e.

Heta niha ti zanyariyek li derheq sedema binçavkirin û tohmetên sepandî bi ser “Seyad Derwîşî” li berdest nîne.

Şehîd “Fercad Derwîşî” ê temen 23 salî û xelkê bajaroka “Balo”yê li demjimêrên şevê Sêşemî 29ê Xermanana 1401 a Rojî li pêvajoya şoreşa “Jin Jiyan Azadî”yê de bi sedema teqeya rasterast a hêzên serkutker ên ewlehî yên rejîma Îranê li şehreka “Welîesir” a bajarê Urmiyê, hate şehîdkirin.