Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Milîsên Hemasê nexweşxaneyan wek çeper û penahgeh bikar tînin

16:33 - 17 Kanûna pêşîn 2023

Îsraîlê 90 milîsên Hemasê li nexweşxaneyekê de li bakûrê Xezê de binçav kirin û ev yeka dide xuya ku ew milîsane, nexweşxane wek çeper û penahgeh û enbara veşartina cebilxane bikar anîne.

Artêşa Îsraîl û saziya ewlehiya Îsraîl “Şîn Bêt” bi belavkirina daxuyaniyeke hevpar de ragihandine ku li heyama çend rojên derbasbûyî de zêdetir ji 90 milîsên çekdar ên Hemasê  li nexweşxaneya “Kemal Edwan” de li bakûrê Xezê binçav kirine û dest bi ser çek û cebilxaneya wan danîne.

Pêka daxuyaniya hevpar a Artêşa Îsraîl û “Şîn Bêt”, hejamrek ji wan milîsan li kuştina bi kom a 7ê Oktobrê de beşdar bûne.

Pêka vê daxuyanioyê, çekên wek “RPG, alavên teqandin û alavên leşkerî yên Hemasê jî li vê nexweşxaneyê de hatine peydakirin û ew nexweşxane wek binkeyeke Hemasê hatiye bikaranîn.

Herwisa li vê daxuyaniyê de îşare bi alavên parastina zarokên odeya jidayîkbûna wan a nexweşxanmeyê hatiye kirin ku milîsên Hemasê cebilxaneya xwe li wan de veşartibûn.