Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Du welatiyên xelkê bajarên “Mihabad û Merîwan”ê bi gelemper 90 heyv girtîgeh hatine sizadan

16:36 - 17 Kanûna pêşîn 2023

Dezgeha binav Dad a rejîma Îranê bi ser 2 welatiyên xelkê bajarê Mihabad û Merîwanê de her yek 45 heyv girtîgeh sepand.

Pêka rapora “Encumena Girtiyên Siyasî yên Kurdistanê”, “Xweragirî”, roja Şemî 25ê Sermawezê, 2 welatiyên Kurd ên bi navên “ Eşkan Fehîm ê xelkê bajarê Mihabad û Mihemed Tedeyyonî yê xelkê bajarê Merîwan”ê, ji aliyê taya 1 a dadgeha rejîmê li bajarê Mihabadê de bi tohmeta “avakirina girûp û taqim li dijî rejîmê” bi ser her yek ji wan de 45 heyv girtîgeh sepand.

Herwisa bi pêka vê biryara dadgeha rejîmê sizaya 2 sal dûrxistin jî bi ser wan 2 welatiyan de sepandiye.

“Xweragir”yê ew yeka jî daye zanîn ku tevî rewşa xirab a tendirustiya “Eşkan Fehîm”, dadwerê dosyeya wî digel danîna barimte bo azadkirina demkî ya navbirî dijayetî kiriye.

Hêjayê gotinê ye ku ew 2 ciwanên Kurd, heyama 3 heyvan bo lêpirsînan û îtirafa bi zorê, li girtîgehên ewlehî yên rejîmê li bajarê urmiyê de hatibûne ragirtin û bi tundî hatibûne îşkencekirin.