Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Êrîşên Hûsiyan, kompaniyên veguhastina deryayî tûşî pirsgirêkan kiriye

12:21 - 18 Kanûna pêşîn 2023

Piştî êrîşên mûşekî û dironî yê Hûsiyan bo ser gemiyên barhilgir ên ticarî beşek ji kompaniyên veguhastinê, nigeraniya xwe li ser canê melewan û ewlehiya gemiyên xwe ragihandine û karê xwe sekinandine.

Bi sedema êrîşên dironî û mûşekiyên Hûsiyan bo ser gemiyên ticarî li deryaya Sor, deryaya Emman û deryaya Hind û geviya “Babulmendeb”, hejmarek zêde ji gemiyên barhilgir ên ticarî rastî xisran hatine û ew êrîşane bo ser canê melewan û herwisa ewlehiya gemiyan bûye gefek micid, lewma 4 kompaniyên veguhastina deryayî hetinûçona xwe li vê rêya metirsîdar de sekinandine.

Hûsiyên Yemenê bi cebilxane, diron û mûşekên rejîma Îranê aramiya veguhastina deryayî aloz kiriye û pêka gotina berpirsên Amerîkayê heta niha zêdetir ji 14 dironên Hûsiyan li wan êrîşan de teqandine.

Herwisa çendîn welatên wek Feransê li vê derheqê de huşdarî dane Hûsiyên Yemenî û bi micidî ragihandine ku ew êrîşên Hûsiyan bê bersiv namînin.

Li vê derheqê de hêza deryayîya Amerîka ya li jêr fermandehiya “CENTCOM”ê 12 gemiyên şerker ên din bo parastina deverê ji êrîşên Hûsiyan li seranserê avên deryaya Sor de cihgîr kirine û berê jî 19 gemiyên din ê şerker cihgîr kiribûn.