Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mezintirîn tonêla Hemasê ji aliyê hêzên Îsraîlîê ve hate dîtin

12:29 - 18 Kanûna pêşîn 2023

Li gorî rapora Rûytêrsê roja Yekşemî hêzên Îsraîlê mezintirîn tonêla girûpa Hemasê keşif kirine ku bo veguhastina hêzên xwe li Xezê ve bo ser sînor, mifah jê wergirtine.

Di vê raporê de hatiye ku ev tonêl li hemû wan tonêlên ku heya niha hatine dîtin mezintir bûye ku nêzî 50 metiran li jêr erdê de bûye û herwisa 3 mitir bi bilindahî û panî mezin bûye ku maşînên nizamî û hêzên zêde di vê tonêlê de hatin çûn kirine.

Danyêl Hagarî berdefkê ertêşa Îsraîlê got, ev tonêl 4 kîlomêtran dirêj bûye û bo cêkirina wan cure tonêlan bi milyonan dolar û çend salan dem pêwîst bûye ku bi hevkarî û pereyê rejîma Îranê hatiye çêkirin.

Dîtin û talankirina tonêlên Hemasê yek ji operasiyonên erteşa Îsraîlê ye ku heya niha nêzî bi 10 tonêlên vê girûpê hatine peydakiirn û ji aliyê hêzên Îsraîlî ve hatine jinav birin.