Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Givaşên rejîmê li ser gelê belûç zêdetir dibin

12:34 - 18 Kanûna pêşîn 2023

Rejîma komara Îslamî, bi awayekî hovane bi derba çekê û hêza sipaha pastaran a terorîst, nawçên parêzgeha Sistan û Belûçistanê tam kirine meydana şer û weke welat û neteweyekî bîhanî û dagîrkirî reftarê digel xelkê Belûç dikin.

Hêzên rejîmê çek û cebirxana giran wek Tang û top û doşke di nava bajaran de damezrandine û bajar rengê meydana Şer didin.

Hêzên tepeserkar û ewlehî û kinc şexsî bi awayekî reşbigîrî xelkê digirn û êrîş dikne ser malan û deriyan dişkênin.

Hêzên sipaha pastaran a terorîst di nava bajaran û derdora bajaran xelkê û maşînan didne ber desrêjiya gulleyan û di wan 2 rojên derbasbûyî de, teqe ji dehan kesan kirin ku di encamê de 2 lavên Belûç hatine kuştin û çendîn kes birîndar bûne.

Hêzên dije mirove rejîmê civanan digrin û bi bê agehdariya malbata wan, wan bêserşûn dike ku civanek bi navê Ebûbekir Qenberzehî xelkê Duzapê ev du roje bêserşûne.

Hêzên rejîmê êrîş dikne ser Mizgevtan û çendîn qutabxane dayêxistine û dehan mamostayên Olî destbiser kirine.

Rejîm tirajîdiyayên mezin bi ser gelê Belûç encam dide ku mixabin gelek ji ber nejadperestiya mediayên Farsî ve û li astê navnetewî û sayian ve nayête baskirin.