Hewla Artêşa Îsraîl bo rizgarkirina barimteyên destê Hemasê bûye sedem ku Artêşa Îsraîl bixwaze bi awayekî demkî şer bisekinîne û Hemasê jî dixwaze bi sedema barimteyan givaşê bêxe ser Îsraîl.
Pêka gotina çavkaniyên ewlehî yên Misrê û herwisa rapora nûçegihaniya “Reuters”ê , roja Yekşemî 26ê Sermawezê, Îsraîl û Hemas amadebûna xwe bo sekinandina demkî ya şer û azadiya barimteyan dane xuya lê dîtingeh û şêwaza wan digel hev gelek cuda ne.
Pêka rapora “Reuters”ê Hemas pêdegirî li ser vê yekê dike ku bi xwe lîsteyê azadkirina barimteyan darêjin û daxwaz ji hêzên Îsraîlî dike ku heta xalên berî şer paşekêşiyê bikin.
Pêka gotinên çavkaniyên Misrê, Îsraîlê berhevkirina lîseyê azadkirina barimteyan ji aliyê Hemasê ve erê kiriye û daxwaza danîna çarta demkî û heyama sekinandina şer û herwisa dixwaze lîsteyê ku hemas dixwaze çê bike, bibîne lê bi ti awayek Artêşa Îsraîlê li çi devereke Xezê paşekêşiyê nake.
Milîsên Hemasê ku girûp girûp teslîmê Artêşa Îsraîl dibin û dem bi demê dorpêça li dora wan bertengtir dibe, hewlê didin bi rêya dirêjkirina demê bo azadkirina barimteyan, bikarin amadekariyan bo xwe bikin û ji aliyê din ve Îsraîl bo azadkirina barimteyên xwe ên li destê Hemasê, hewlê micid dide.