Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Du welatiyên Kurd serhev bi 90 meh girtinê hatine sizadan

16:07 - 18 Kanûna pêşîn 2023

Dezgeha binav Dad a rejîma Îranê sizayê 90 meh girtinê bi ser 2 welatiyên xelkê bajarê Mihabad û Merîwanê de sepand.

Pêka rapora “Encumena Girtiyên Siyasî yên Kurdistanê”, “Xweragirî”, roja Şemî 25ê Sermawezê, 2 welatiyên Kurd ên bi navên “ Eşkan Fehîm ê xelkê bajarê Mihabad û Mihemed Tedeyyonî yê xelkê bajarê Merîwan”ê, ji aliyê taya 1 a dadgeha rejîmê li bajarê Mihabadê de bi tohmetên “avakirina girûp û taqim li dijî rejîmê” bi ser her yek ji wan de 45 meh girtîgeh sepand.

Herwisa pêka vê biryara dadgeha rejîmê sizaya 2 sal dûrxistin jî bi ser wan 2 welatiyan de hatiye sepandiye.

 “Xweragir”yê ev yeka jî daye zanîn ku tevî rewşa xirab a tendirustiya “Eşkan Fehîm”, dadwerê dosyeya wî digel danîna barimte bo azadkirina demkî ya navbirî dijayetî kiriye.

Hêjayê gotinê ye ku ew 2 ciwanên Kurd, heyama 3 mehan bo lêpirsînê û îtirafa bi zorê, li girtîgehên ewlehî yên rejîmê li bajarê Urmiyê de hatibûne ragirtin û bi tundî hatibûne îşkencekirin.