Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakiyên teblîxî bi hilkefta 26ê Sermawezê li bajarên Kurdistanê de berdewam in

16:19 - 18 Kanûna pêşîn 2023

Endam û alîgirên Hizba Demokrat bi hilkefta 26ê Sermawzê, “Roja Ala û Pêşmergê Kurdistanê” li çendîn bajarên Rojhilatên Kurdistanê de çalakiyên banghêjî lidar xistin û sozû peyamana xwe digel Hizba Demokrat nû kirin.

Bi hilkefta 26ê Sermawezê, “Roja Ala û Pêşmergê Kurdistanê” endam û alîgirên têkoşer ên Hizba Demokrat li çendîn bajarên wek “Urmiye, Bane, Bokan, Sine, Mihabad, Pîranşar û Şino”yê de çalakiyên berfireh ên teblîxî lidar xistin û bi belavkirina traktên taybet ên vê roja netewî, bilindkirina Ala  Kurdistanê li çendîn cihan û nîvîsandina dirûşman, soza xwe digel Hizba Demokrat nû kirin û amadebûna xwe bo cîbicîkirina her erkekeî Hizbî û niştimanî ragihandin.

Çalakî li wan cihan de bi rê ve çone:

Urmiye: devera Diza Dolê li ser rêya nêzî gundên Dizê, Ken`an, Samorte, Reşekan û nêzî kargeha Şîman li ser keviran Ala Kurdistanê nexşandin.

Bane: li nav bajar, li ser rêya bane ber bi tajan, gundê Bilesen.

Bokan: Alayeke Kurdistanê bi dirêjahiya 20 metran nexşandin, li piraniya şeqamên bajar ên wek “ şeqama bingehîn a bajar, xwendingehan, zanîngehên peyama nûr û azad û Îlmî karbprdî, koleja peresdarî, îdareya perwerde û hînkarî, dermangeh û dermanxane metebên pîzîşkan, îdareyên hikûmî û cihên giştî yên bajar bi wêne û tarktan xemilandin û herwisa li navbera bînayên karmendan û Taxa Afrab li ser rêya gundên Kanî dirêj, Pîr Badîn û Gulolana serê û gundê Nobar.

Sinê: li gundên “Çawilkan Hacî, Çawilkan Wezî, Kako Zekerya û Aliyawa”

Mihabad: li nav bajar, kolanên taxa Berê Şîlanan, Mela Camî û Pişt Tep.

Pîranşar: Taxa Xeyam, termînala gundan, şeqma endîşe û bajaroka Şînawê, Mizgevta Nûr Mizgevta Mamoista Budaxî û Kemerbendiya nû û Padaş.

Şino: bajaroka Nelos.