Hêza esmaniya Îsraîlê şeva derbasbûyî li çend deverên niştecîbûna hêzên spaha quds a ser bi spaha pasdaran a terorîst û Hizbullaha Lubnanê, kirine ermanc û teqandin.
Pêka rapora Çavdêrê Mafê Mirovî li Sûriyê, şeva derbasbûyî, Hêza Esmaniya Artêşa Îsraîlê li devera “Zêynebiye” û derdora bajarê “Demişq”ê, binkeyên ser bi spaha Quds û Hizbullah a Lubnanê kirine earmanc û 2 mûşek li binkeyeke leşkerî ya Hizbullahê dane.
“Zêynebiye” taxeke bajarê Demişqê ye ku piraniya binke û navendên sîxurî û dariştina fitneyên spaha Quds li wir têne kirin û cihê mana hêzên spaha pasdaran a trorîst, bi taybet spaha Quds e”.
Heta niha ti amarek li derheq kuştî, birîndar û xisarên malî yên vê êrîşê nehatine belavkirin.
Heyamek berî niha 2 piledarên spaha Quds li êrîşeke esmanî de bo ser Sûriyê, ji aliyê hêza esmaniya Îsraîlê ve hatibûne kuştin.