Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girûpeke saybêrî, êrîşa bo ser yekeyên pompên benzînê li Îranê li stuyê xwe girt

16:29 - 18 Kanûna pêşîn 2023

Piştî êrîşa saybêr bo ser yekeyên pompên benzînê li hemû bajarên Îranê bi taybet li Tehran û Îsfehanê, karê pompên benzînan hatiye sekinandin.

Girûpa Hekêriya “Goncêşkê Derendê” berpirsyaretiya êrîşa saybêrî bo ser yekeyên pompên benzînê li hemû bajarên Îranê li stuyê xwe girt, bi sedema vê êrîşa saybêrî dabeşkeina benzîn li yekeyên firotina benzînê li seranserê Îranê de sekiniye.

Girûpa Hekêriya “Goncêşkê Derendê” li roja Dûşemî 27ê Sermawezê, bi rêya belavkirina peyamekê li tora civakiya “X”, de ew êrîşe li stuyê xwe girt.

Heta niha berpirsên rejîmê li derheq vê êrîşa saybêrî de ti daxuaniyek belav nekirine û gotine ku ew pirsgirêke nabe sedema bilindbûna nirxa benzînê.

Herwisa hatiye baskirin ku tevahiya pompên benzînan li seranserê Îranê ji kar kevtine û li hinek cihan de bi alavên destî benzîn tê firotin.